Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Seranser Îranê Dikan Piştî Banga Grevê Hatin Girtin


Dîmeneke dikanên girtî yên li Bazara Tehranê (Arşîv)
Dîmeneke dikanên girtî yên li Bazara Tehranê (Arşîv)

Li gelek bajarên Îranê îro Duşemê firoşgehan derîyên xwe venekirin, piştî xwepêşanderên dijî desthilatîya Komara Îslamî banga greveke giştî ya sê rojî kiribû.

Hesabê Twitterê 1500tasvir, ku 380 hezar şopînerên wê hene, îro bal dikişîne ser greva giştî û girtina dikanan.

1500tasvir gelek vîdyoyên girtina dikanên ji heremên serekî yên bazirganî li Tehranê û bajarên din yên mezin yên wek Kerec, Îsfehan, Meşhed, Tebrîz û Şîraz parve kirin.

Dîmenên bi heman rengî ji alîyê 1500tasvir û hesabên din yên bizavkaran ve ji dikanên girtî yên li bajarên biçûk yên mîna Bocnurd, Kîrman, Sabzewar, Îlam, Erdebîl û Lahîcanê hatin parvekirin.

Ajansa nîv-fermî ya nûçeyan Fars piştrast kir ku dikaneke zêrfiroşîyê ya futbolvanê berê yê navdar Elî Daî, piştî biryara wî ya tevlebûna greva giştî ya sê rojî, hatiye dadan.

Rêxistina Mafên Mirovan ya Kurd ya Îranê Hengaw jî ragihand ku 19 bajarên li eyaleta Kurdistanê tev li greva giştî dibin.

Lê, Serokê Dezgeha Dadwerîyê yê Îranê Xulamhueyîn Muhsinî Ecei îdia kir ku serhildêr dikandaran tehdît dikin ku firoşgehên xwe bigirin.

Ecei got ku xwepêşanderên ku bi darvekirinê hatine ceza kirin wê di demek nêz de werin sêdare kirin.

Pasdarên Şoreşê jî bi daxuyanîyeke pesna dadwerîyê da û bang kir ku di derbarê bersûcên ku bi tawanên dijî ewlekarîya gel û Îslamê têne tawanbar kirin, demûdest biryareke bidin.

"Hêzên ewlekarîyê wê hemberî serhildêr, talanker, terorîstan ti dilovanî nîşan nedin,",ajansa Tasnim ji zarê Pasdaran got.

Şahidên ku ji Reutersê re axifîn, got ragihand ku gelek polîs û milîsên Besîc bi li navenda Tehranê hatine bi cîh kirin.

Ajansa nûçeyan ya nîv-fermî Tasnim îro ragihand ku luna parkeke li Tehranê îro ji alîyê dezgeha dadwerîyê ve hatiye girtin, jiber ku karmendên parkê rêgêzên lixwekirina hîcabê bi rêkûpêk nedişopandin.

Rojnameya Hammihan, ku piştgira reforman e, ragihand ku polîsên exlaqî hebûna xwe li bajarên derveyî Tehranê zêde kirine.

Cîgira Serok ya bo Karûbarên Jinan, Ensieh Xezalî hefteya borî ragihandibû ku hîcab beşeke ji qanûna giştî ya Komara Îslamî ye û bizava civakî ya jinan û ewlehîya wan garantî dike.

Di xwepêşandanên nerazîbûnê yên Îranê de, ku di 16’ê Îlonê de destpê kirin, heya niha bi sedan kes hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG