Li gelek bajarên Îranê û li bajarên eyaleta Kurdistanê îro Sêşemê greva giştî ya bo 3 rojan destptê kir.
Grev jibo bîranîna xwepêşandanên kujer yên 2019’an û wek nerazîbûnekê dijî helwesta tund ya hêzên hikûmeta Îranê li ser xwepêşandanên berdewam tê kirin.
Xwepêşandanên 2019’an yên li Îranê ser zêdebûna nirxê sşewitê destpê kiribûn û ji alîyê hêzên hêzên ewlekarî yên Komara Îslamî ve bi tundî û tûjî hatibûn eciqandin.
Rexîstinên mafên mirovan dibêjin ku di serhildana gel ya 2019’an de pirtir ji 1500 kes hatine kuştin.
Vîdyoyên ser medya civakî ku ji serenserî Îranê hatin parve kirin, dîmenên meş û kombûnên di çarçoveya greva giştî nîşan didin.
Li Tehran, Meşhed, Îsfehan, Kerec û Tebrîz û bajarên din yên girêdayê wan eyaletan dikan û bazar hatin girtin.
Rêxistina Mafên Mirovan ya Kurd Hengaw ragihand ku îro li piranîya bajarên eyaleta Kurdistanê û greva giştî destpê kiriye û dikan û bazar girtî ne.
Li cîhên wek Şino, Pîranşar, Mahabad, Bokan, Merîwan, Seqiz, Bane, Sine, Dêwlan, Dîwandere, Kamyaran û Ciwanro dikan û bazar nehatin vekirin û xwendekarên zanîngehên li bajarên Kurdan jî beşdarî greva giştî dibin.
Ajansa Nûçeyan ya Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) dibêje ku di xwepêşandanan de heya niha 52 ji wan zarok, herî kêm 344 kes hatine kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûne.