Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Nahêle ku Tîma Guleşvanîya Amerîkî Beşdarî Kupaya Cîhanî Be


Guleşvanekî Îranî xwe li pêş ala Amerîkî amade dike
Guleşvanekî Îranî xwe li pêş ala Amerîkî amade dike

Televîzyona dewleta Îran îro Înê ragihand ku ewê nehêle ku guleşvanên Amerîkî beşdarî Kupaya Guleşvanî ya Cîhanê bibin, ku li ber e di 16 û 17ê Şubatê de li Kîrmanşah were kirin.

Televîzyona Îranî ji zarê berdevkê wezareta derve Behram Qasimî ragihand ku ew biryar wek bersîvdana biryara Washingtonê ya qedexekirina çûyîna hemwelatîyên Îranê hatiye stendin.

"Komîteyeke taybet li Tehranê pêdaçûna ser hatine tîma guleşvanî ya Amerîkî kir û biryar da ku destûr nede tîma Amerîkî ku werin Îranê," Qasimî got.

Piştî ku Serokê Amerîka Donald Trump bi fermaneke qanûndêr, Îranî jî nav de, hatina hemwelatîyên heft dewletan bo 120 rojan cemidandibû, Tehranê jî ragihandibû ewê nehêle ku hemwelatîyên Amerîkî têkevin Îranê.

XS
SM
MD
LG