Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî îro Duşemê hişyarî da ku divê Ajansa Enerjîya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) lêpirsîna xwe ya ser xebatên dewlemendkirina Uranyumê li cihên Îranê ranegihandîye bi dawî bikin; bo ku vejandina peymana navokî ya 2015’an pêk were.
Îbrahîm Reîsî anî ziman ku dive di nexşerêyê were dîyar kirin ku divê çavdêrên IAEA lêkolînên xwe yên ser xebatên dewlemendkirina Uranyumê yên Îranê bi dawî bikin.
Îbrahîm Reîsî di presskonferansa ku bo sala yekê ya serokomarîya wî hatibû darxistinda, axifî.
Ajansa Enerjîya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) bi salan e ku ji Îranê dixwaze ku bersivê bide pirsên ser xebatên wê yên ser çêkirina parîyên uranyumê, ku li cihên ne diyarkirî rêve dibe.
Ajansên îstîxbarata Amerîkî, welatên rojavayî û IAEA dibêjin ku Îranê heta sala 2003’an bernameyeke rexistinkîrî ya çekên navokî birêve dibir.
Îran demeke dirêjê van gotaran red dike û dibêje ku ti carî nêt yan armanca wê ya çêkirina çekên navokî tuneye.
Wek alîyê peymana navokî divê Îran pêyvajo û cîhên xebatên ser dewlemendkirina Uranyumê - şopên radyoaktîf- bi IAEA re parve bike, bihêle ku pisporên ajansê serdana wan navedan bikin û lêkolînan pêk bînin ku ew raporên nirxandinê yn serbixwe amade bikin.
Li gor peymanê, dive Îran garantîyê jî bide ku ew uranyum wek beşek ji bernameya çekên navokî nayê bi kar anîn.
IAEA di meha Hezîranê de Îran bi tundî rexne kir, jiber ku bersîva wê nade ,ser navêndên ku xebatên dewlemendkirina uranyumê didomîne.
Reîsî di axaftina xwe ya îro de peyva IAEA ya şopên radyoaktîf bi kar anî û mijar bi zimanê IAEA ew wek "pirsgirêka parastinê " bi nav kir.
"Bêyî çareserkirina pirsgirêkên parastinê, ti wateya axaftina li ser peymanê nîne."
Li gor peymana navokî ya 2015’an, Tehran dikare uranyumê heya ji sedî 3.6 dewlemend bike, hevdem heya 300 kg uranyumê jî di bin çavdêrîya berdewam ya kamerayên çavdêrên IAEA de biparêze.
IAEA dibêje ku di destê Îranê de 3800 kg uranyuma dewlemendkirî heye û ajansa navokî ya NY bêtir metirsîdar e, jiber ku Îran niha uranyumê heya ji sedî 60 paqijiyê dewlemend dike û ger bigehije ji sedî 90’an ew dikare çekên navokî çê bike.
Pispor herwiha hişyarîyê didin ku Îran bi uranyuma 60 % dewlemendkirî ya di destê xwe de jibo çêkirna herî kêm yek bombeya atomî bi kar bîne.
Di nava van alozî û qewimandinan de guman hene ku Îsraîlê hejmareke êrîş biriye ser navendên navokî yên Îranê û herweha zanyarek navdar yê Îranî kiriye armanc.
Reîsî di axaftina xwe ya îro de rasterast gef li Îsraîlê xwar.
Wî got ku ger Îsraîl gefên xwe yên bo têkbirina bernameya navokî ya Îranê bidomîne, ewê bibîne ku ti tişteke ji Rejîma Siyonîst wê bimîne yan na.
Wî pirsa rojnamevanan ku gelo ew ê bi Serok Joe Biden re hevdîtin ê bike yan na, jî bi peyva ‘Na’ bersîv da, îhtîmala civîneke her du serokan li Civata Giştî ya NY ku meha pêş wê darxistin.
"Ti feydeya hevdîtina me û wî tune ye.Ne ji bo gelê Îranê û ne jî bo berjewendîyên gelê me yê mezin.”