Hadî El Emîrî, ku li Îraqê yek ji sîyasetvanên herî bi hêz yên bi piştgirîya Îranê ye, ser encamên hilbijartinê bertek nîşan da.
El Emîrî dîyar kir ku encamên hilbijartinê ‘’derew’’ in û got ku ewê wan encaman qebûl nekin.
‘’Bedela wê çi dibe bila bibe emê wan encamên derew yên hilbijartinê qebûl nekin.’’ El Emîrî got.
Partîyên bi piştgirîya Îranê li gor hilbijartinên sala 2018’an derbe xwarine û kêmtir kursî bi dest xwe xistine.
Partîya rêberê olî yê Şîa Muqteda El Sedr, li gor encamên pêşî serketîyê mezin yê hilbijartinê ye.