Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tehran Dibêje Wê Gelek Caran Bo Gefên Ser Îranê Hişyarî Daye Îraqê


Berdevikê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade
Berdevikê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade

Berdevikê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade îro Duşemê ragihand ku Tehranê gelek caran hişyarî dabû karbidestên Îraqî ku divê axa wê ji hêla alîyên sêyan ve, bo pêkanîna êrîşan dijî Îranê neyê bikaranîn.

"Di demên borî de axa Îraqê çend caran ji hêla alîyên sêyan ve, tevî komên terorîstî yên çekdar yên wek Kurd, Amerîka û S'yonîst, dijî Îranê hatiye bikaranîn. Hikûmeta navendî ya Îraqê berpirs e ku axa wê bo êrîşên alîyên sêyan yên dijî Îranê neyê bikaranîn," Xetîbzade got.

Nobedarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) yan Heza Qudsê berpirsyarîya êrîşê girtibû ser xwe.

Medyaya dewleta Îranê got ku Nobedarên Şoreşê bi êrîşê dijî "navendên stratejî" yên Israîlî yên li Hewlêrê kirine armanc.

Medya Îranê herwiha da dibêje ku ew tolhildana êrîşên esmanî yên vê dawîyê yên Îsraîlî bû ku di encamê de leşkerên Îranê li Sûriyê hatin kuştin.

Hikûmeta Herêmî ya Kurdistana Îraqê jî dîyar kir ku êrîşê tenê heremên niştecihbûna sivîlan kiriye armanc, ne cihên welatên biyanî û bang li civaka navneteweyî kir ku, ser bûyerê lêkolînekê bike.

XS
SM
MD
LG