Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran: Sîyasetê Îsraîlê bi Hikûmeta Nû re Naguhere


Karbidestên Îranê dibêjin ku ewê sîyaseta Îsraîlê ya bo ewlekarî û derve bi guherîna hikûmetê re neguhere.

Berdevikê Wezareta Derve ya Îranê Saeed Khatibzadeh dîyar kir ku ew bi xwe bi fikrên xwe li şûna xwe ne.

‘’Dijminên Îranê çûn û Îran ya bi hêz hîn li şûna xwe ye’’ Khatibzadeh got.

Wî da zanîn ku ew bawer nake ku sîyaeta Îsraîlê bi hikûmeta nû re biguhere.

Koalîsyona bi pêşengîya Naftali Bennett roja Yekşemê Benjamin Netanyahu ji seroktîyê gêr kiribû û hatibû ser desthilata Îsraîlê.

Qesira Sipî ragihandibû ku Serok Biden dema bo pîrozkirinê bi Bennett re axifîye, wî daye zanîn ku ewê ser xurtkirina hevkarîyê, ewlekarîya herêmî û Îranê danûstandinên berfireh bikin.

XS
SM
MD
LG