Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Serokê Koreya Bakur Hişyar Dike


Îran, Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un jiber hilcivîna bi Amerîka re hişyar kir.

Berdevkê hikûmeta Îranê Muhamed Bager Nobaxt da zanîn ku Serokê Amerîka Donald Trump dikare peymana bi Koreya Bakur re betal bike.

Nabaxt ji ajansa nîvfermî ya Îranê dîyar kir ku ew "bi mirovekî ku li derveyî welêt îmzaya xwe betal dike re rû bi rû mane"

Trump dema bo civîna bi Kim Jong Un re diçû Sîngaporê, danezana welatên G7, ku li Kanada kom bûbûn, red kir.

Trump, Amerîka ji peymana navokî ya bi Îranê re jî vekişandibû.

XS
SM
MD
LG