Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran: Vîrusa Korona Heta Niha 43 Kes Kuştin


Berdevikê Wezareta Saxlemî ya Îranê Kiyanus Cîhanpur da zanîn ku hejmara kesên jiber Covid-19 jîyana xwe ji dest dane bûye 43.

Cîhanpur dîyar kir ku hejmara pêketên Covid-19 jî rabûye 593’an.

Wî bang li gelên Îranê kir ku bi qasî ji dest wan tê negerin û dûrî cîhên qelebalix bisekenin.

Karbidestên Îranî ser îdayên medya bîyan ku dibêjin hejmara pêketên Covid-19 zêdetir e, got ku ew li gor encamên testan daneyên piştrastkirî radigihînin.

Covid-19 di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Ew vîrus piştî Çînê herî zêde li Îranê belav bûye.

XS
SM
MD
LG