Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Vêkolîna NY ya di Derbarê Xwepêşandanan de Red Dike


Dîmeneke ji xwepêşandanên li Îranê
Dîmeneke ji xwepêşandanên li Îranê

Wezareta Derve ya Îranê îro Duşemê ragihand ku Tehran vê vekolîneke serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ser tepeserkirina xwepêşandanên dijî hikûmetê red bike.

Berdevikê Wezaretê Nasir Kenanî dîyar kir ku Îran wê bi komîteya sîyasî ya ku ji alîyê Konseya Mafên Mirovan ya NY ve hatiye avakirin re ti hevkarîyê neke.

"Agahîyên me yên taybet hene ku piştrast dikin ku rola Amerîka, welatên rojava û hin hevalbendên Amerîkî di xwepêşandanan hene," Kenanî got.
Lê, wî zêdetir hûrgulî eşkere nekir.

Civata Mafên Mirovan ya NY roja Pêncşemê bi dengdane biryar da ku di derbarê tepeserkirina kujêr ya xwepêşandanên Îranê vekolîneke bike.

XS
SM
MD
LG