Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zarîf: Amerîka Wê Nikare Firotina Petrola Îranê Asteng Bike


Wezîrê Derve yê Îranê Cevad Zarîf îro Çarşemê got ku plana Amerîka ya pêşgirtina derfirotina petrola Îranê dê serketî nebe.

“Ku Amerîkî dixwazin vê nêrîna basît û nepêkane di bîra xwe de bigirin, divê ji encamên wê re jî hazir bin. Li gor wan, Îran dê nikaribe petrolê bifroşe, lê yên din bikarin. Em vê qebûl nakin,” Zarif ji rojnameyeke Îranî re got.

Karbidestên Amerîkî di hefteyên borî de gotibû ku ewê givaştinên ser welatên din zêde bikin ku ji Îranê petrol nekirin û Tehran jî neçar bimîne dawî li programa xwe ya navokî bîne û xwe jî kêşeyên Îraq û Sûrîyê dûr bixe.

Serokê Îranê Hesen Ruhanî meha borî gotibû ku ger Amerîka hewil bide derfirotina petrolê Îranê bigire, ew dikarin Derbazgeha Hurmuz bigirin, ku rêyeke serekî ya şandina petrolê ye.

Serokê Amerîka Donald Trump gotibû ku ger Îran gefan li Amerîka bike, ewê rûbirûyê encamên giran be.

XS
SM
MD
LG