Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Prensê Saudî Hişyar Dike


Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Ghasemi
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Ghasemi

Piştî Prensê Cîgir yê Erebîstana Saudî Mihemed Bîn Salman, rêberê dînî yê Îranê Ayetullah Hameney şiband Hîtler, Tahranê daxuyanîyeke tund da.

IRNA, ku ajansa fermî ya Îranê, dîyar kir ku Wezareta Derve dibêje Prens Salman ‘’sergeşte’’ ye û bang li wî dike ku aqûbeta rêberên dînî yên herêmê bîne bîra xwe.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Ghasemî dîyar kir ku prensê cîgir yê Saudî ‘’bi awayekî skandal’’ mudaxeleyî karên navxweyî yên Lubnanê kiriye û jiber wê li herêmê kêşe çêbûne.

Ghasemi ser şibandina Prens Salman, ku gotibû ‘’Hamaney, Hîtlerê nû yê Rojhilata Navîn e’’ da zanîn ku şibandineke ‘’zarokane, çewt û bêqîmet’’ e.

Erebîstana Saudî dîyar dike ku berpirsê muşeka ku serhildayên Şîa yên li Yemenê firandîye axa wan Îran e.

Girjîya di navbera Rîyad û Tehranê de ji 4’ê Mijdarê vir ve gurtir dibe.

XS
SM
MD
LG