Fermanderê Hêza Bejayî ya Artêşa Îranê îro Çarşemê ragihand ku wê cihê "serhildêran" li Komara Îslamî nemîne, ger rêberê olî yê bilind Ayetullah Elî Xamineyî fermana eciqandina tundtir ya xwepêşandanên li seranserî welêt bide.
"Ger rêber Xamineyî biryar bide ku em bersîva wan bidinre mijûl, êdî cihê serhildêran li welat nemîne."
Ajansa nîv-fermî ya nûçeyan ya Mehr ev daxuyanîya Fermanderê Hêza Bejayî ya Artêşa General Kioumars Heyderî ragihand.
Xwepêşandanên dijî hikûmetê di 16’ê Îlonê de destpê kirin, piştî kuştina keça Kurd Jîna (Mahsa) Emînî ku di dema desteserkirina polîsên exlaqî bi tawana binpêkirina qanûna tund ya cil û bergên Komara Îslamî ya Îranê ya jinan de qewimî.
Xwepêşandan demûdest li serenserî Îranê belavbûne û veguherîne serhildana gel,ji xwendekaran bigire heya doktoran, parêzeran, ji karkeran bigire heya werzîşvanan ji
Rêxistina Efûyê ya Navneteveyî (Amnesty International ) dide zanîn ku hêzên ewlekarîyê tenê li bajarê Zahedanê herî kêmî ve 66 kes kuştine, di dema xwepêşandaneke di 30’yê Îlonê de.
Desthilatdarên Zahedanê berpirsê polîs û berpirsê navendeke polîsan ya ku li nêzî cihê kuştin lê qewimîn, ji kar dûr xistin.
Ajansa nûçeyan ya nîv-fermî ILNA îro Çarşemê ragihand ku Îranê du milîtanên Belûç darve kirine, bi tawanên "terorîzmê" yên ku qaşo di 2016’an de kirine.
Çavder dibêjin ku ev pêngav dibe ku alozîyên li eyaleta Sîstan-Belûçistan zêdetir bike, ku jixwe ne aram e herwija bajarê Zahedanê li wir e.
Rêxistinên mafên mirovan dîyar dikin ku hindikahîya Belûç, ku tê texmîn kirin ku hejmara wan digehîje 2 mîlyon kesan, bi deh salane bi cudakarî û zordariyê re rûbirû ye.
Li gor ragihandina bizavkaran û raportan li heremên komên etnîkî serîrakirinên herî girse û xurt didomin, lê hevdem ew rastî eciqandina herî tund ya hêzên ewlekarîya Îranê tên; ku jixwe ji helwesta Komara Îslamî di nava gazincên demdirêj de ne.
Rêxistina Mafên Mirovan ya Kurd Hengaw ragihand ku îro li hin bajarên Kurdan dikandaran dest bi grevê kirin da ku rêzdarîya xwe nîşan bidin, bo kesên ku li Zahedanê hatine kuştin.
Çavder balê dikişînin ku digel ku xwepêşandanên berê yên li Îranê pirtir jiber encamên hilbijartinan an tengasîyên aborî rûdabûn; xwepêşenderên niha bi baryar xuya dikin; ku sîstema sîyasî ya welêt bi tevahî biguherînin, ku sazîyên olî yên şoreşa Îslamî ya 1979’an vir ve serwer in.