Li gor vîdyoyên ser medya civakî, hêzên ewlekarî yên Îranê do Duşemê gaza hêsir avêtin nêzî dibistana pîşeyî ya keçan ya Şehîd Sadr ya li Tehranê; piştî ku di navbera karbidest û xwendekaran de ser kontrolkirina têlefonên wan yên desta alozî derketiye.
Wezareta Perwerdê ya Îranê ragihand ku li lîseya keçan ya Tehranê di navbera karmend, xwendekar û dêûbavan de pevçûn derketiye piştî ku berpirsê dibistanê israr kiriye ku telefonên xwendekaran were kontrol kirin.
Vîdyoyên ku li ser medyaya civakî belav bûne, hêzên ewlehîyê yên bi çekên giran li derveyî dibistanê nîşan didin.
Herwiha xuya dike ku hin ji wan li ser motorsîkletan in û gaza hêsir diavêjin .
Reuters dibêje ku ajans nikare bi awayekî serbixwe rastiya dîmenan piştrast bike.
Di wan vîdyoyan de, hêzên ewlehiyê yên bi çekên giran li derveyî dibistanê xuya dikin ku hin ji wan li ser motorsîkletan in û gaza îsotê- hêsir diavêjin.
Reuters dibêje ku Ajans nekare bi awayekî serbixwe dîmenan piştrast bike.
Wezareta Perwerdê ya Îranê got çend xwendekar jiber daketina tansîyonên wan li nexweşxaneyan hatine dermankirin, lê red kir ku hêzên ewlehîyê ketine nava dibistanê.
Hesabê Twitterê yê Tasvir1500 ku pir tê şopandin got hêzên bi kincên sivîl êrîşî dibistanê kirine û herî kêm keçek birîndar bûye.
"Xwendekarên lîseya Sadr a Tehranê rastî êrîşan, lêgerîna tazî û lêdanê hatin," Tasvir1500 ragihand.
Tasvir1500 got ku piştre dêûbavan li ber dibistanê xwepêşandan kirine, hêzên ewlehîyê êrîşê tevahîya taxê kirin û gule li malên welatîyan reşandine.
Lê, polîsê Tehranê yek red kir û got ku ew piştî agahîya pevçûnekê li nêzî lîseyeke çûne qada bûyerê û li ser wê yekê lêpirsîn kirin ku derketiye holê ku şer di navbera hejmarek çeteyan de çêbûye ye.
Polîs bi berdewamî dîyar kir ku nasnameyên wan kesan hatine eşkere kirin û ew hatine girtin.
Di dîmenên ku piştre hatin weşandin nîşan didn ku piştre bi şev gelek kes li heman heremê derketine kolanan, çop şewitandine û bi qêrînên dijî hikûmetê dimeşin.
Ji alîyê din, xwendekaran û rêxistinên mafên mirovan ragihandin ku li zanîngeheke bajarê Hemdanê yê rojava meşeke dijî hikûmeta îranê hatiye darxistin.
Dîmenên vîdyoyêke din nîşan didin ku li Zanîngeha Xace Nasir ya Tehranê, berdevikê hikûmetê Elî Behadorî Cehromî dema ku ji xwendekaran axaftineke dike, ew bi qêrînaên "Jin, jiyan, azadî" tê astengkirin.
Xwendekar herwiha dibêjin ku "Em sîstemeke qirêj naxwazin, em mêvaneke kujer naxwazin."
Vîdyoyên ser medyaya civakî herwiha xwepêşandanên dijî hikûmetê yên li çend zanîngehên din jî nîşan didin, ku xwendekar bi qêrîna "Bimre Xamineyî" kom dibin.
Hin vîdyoyên din ku hatine weşandin nîşan didin ku hêzên ewlehîyê êrîşî xwendekarên xwepêşander dikin, yên ku li Zanîngeha Teknolojîyê ya Şerîf ya Tehranê kom bûne.
Karbidestên Zanîngehê piştre kafeterya girtin û xwarin li derve pêşkêş kirin da ku xwendekarên jin û mêr bi hev re xwarinê nexwin.
Hejayê gotinê ye ku ji 16'ê Îlonê vir ve, jiber kuştina keça Kurd Jîna Emînî, li seranserê Îranê û bi taybet jî li eyaleta Kurdistanê xwepêşandanên girseyî didomin.
Rexistinên mafên mirovan didin zanîn ku ji destpêka xwepêşandanan û vir ve herî kêm 250 kes hatine kuştin, bi sedan kes birîndar bûne û bi hezaran kes jî hatine girtin.