Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran: Li Navendeke Saxlemî ya Tehranê Peqîn Çêbû û 19 Kes Mirin


Ajansa nîvfermî ya Îranê, ISNA ragihand ku di peqîneke li Tehran ya paytext de bi kêmî ve 19 kes jîyanên xwe ji dest dane.

Li gor daxuyanîya karbidestên li Tehranê, li Navenda Saxlemî ya Sina Athar peqîn û piştre jî şewateke mezin çêbûye.

Berdevikê Agirkujîya Tehranê Celal Malekî dîyar kir ku tupên gazê yên li jêrzemîna klînîkê peqîyane û 19 kes di şewatê de mirine.

Kanala dewletê ya Îranê da zanîn ku ji mirîyan 15 jin in.

XS
SM
MD
LG