Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Îranê: Em Hêvî Dikin ku bi Erebîstana Saudî re Şer Nekin


Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zarîf dîyar kir ku ewê ti alî, di şerê navxweyî yê Yemenê de bi ser nekeve.

Zarîf da zanîn ku ew hêvî dike ku tiştên li Yemenê diqewimin, rê li ber şerekî di navbera Îran û Erebîstana Saudî de venekin.

Zarîf, di axaftina xwe ya li Council on Foreign Relationsê de, ku li New Yorkê sazîyeke ramanê ye, got ku ne hewce ye ku her du alî li Rojhilata Navîn, hevdu tune bihesibînin.

"Her çiqas em li Yemen û li Sûrîyê li hev nakin jî, ez hêvî dikim ku bo çareserîyê em û Erebîstana Saudî tev bixebitin." Zarîf got.

Kurê Emîrê Erebîstana Saudî Mihemed bîn Salman, di meha Gulanê de dîyar kiribû ku ewê şerê di navbera Şîa û Sunîyan de, li hindurê Îranê biqewime.

Koalîsyona bi pêşengîya Erebîstana Saudî, ji 2015'an vir ve li Yemenê dijî serhildayên Husî şer dike.

Erebîstana Saudî, Îranê bi piştgirîya Husîyan tawanbar dike û Îran van îdiayan red dike.

XS
SM
MD
LG