Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Televîzyona Dewleta Îranê: 10 Kes di Xwepêşandanên Yekşemê de Hatine Kuştin


Televîzyona dewleta Îranê îro Duşemê ragihand ku di xwepêşandanên do Yekşemê de 10 kes li jimareke bajaran hatine kuştin.

Televîzyonê, hîn dîmen nîşan dan ku bi zarê wê, zîyanên ku di encama xwepêşandanan pêk hatine, lê ti gurgilîyên din nedan.

Di xwepêşandanên girseyî de bi deh hezaran kes herikîne kolanan ku rêbertîya Îranê protesto bikin. Îro jimareke daxuyanîyên ku medya civakî belav dibin, bang li gel dike ku li Tehran û 50 bajarên din yên mezin xwepêşandanê bidomîne.

Îran endameke serekî ya Rêxistina Welatên Derfiroşker yên Petrolê (OPEC) ye, lê jiber hebûna xurt ya Îranê li Sûrîyê û Îraqê, bûye nerazîbûna tund ya hemwelatîyên wê ku çima derfetên Îranê jibo welatên derve tên xebitandin.

Xwenîşander dibêjin ew bi hêrs in ku dizî û perexwarin li welêt zêde bûye û şertên aborî jî dijwartir bûne, lê dewleta Îranê li derve gelek dirav xerc dike.

Hêjayî balkişandinê ye ku rêjeya bêkarî li Îranê, sala borî giheştibû 28 ji sedê.

XS
SM
MD
LG