Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran: Mafê Sûrîyê Heye Xwe ji Êrîşkarîya Îsraîlê Biparêze


Iran Syria 20171019
Iran Syria 20171019

Îranê îro Înê êrîşkarîya Îsraîlê ya ser Sûrîyê şermezar kir û ragihand ku mafê Sûrîyê heye xwe ji wê êrîşkarîyê biparêze.

“Îran, êrîşên Îsraîlê yên ser Sûrîyê bi tundî şermezar dike. Bêdengîya civata navnetewî, cesaret dide êrîşkarîya Îsraîlê. Hemî mafên Sûrîyê heye ku xwe biparêze,” Reutersê ji zarê berdevkê wezareta derve yê Îranê Behram Qasimî ragihand.

Îsraîlê ragihandibû ku wê êrîş bir ser hemî binsazîyên Îranê li Sûrîyê, piştî ku hêzên Îranî cara yekê roket avêtibûn nav axa Îsraîlê.

Tehran û hevalbendên wê yên Şîa piştevanîya serokê Sûrî Beşar Esad dikin û Îran ji şoreşa Îslamî ya 1979’an vir ve red dike ku Îsraîlê nas bike.

XS
SM
MD
LG