Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran bo Protestoyan Amerîka, Brîtanya û Erebîstana Saudî Tawanbar Dike


Xwepêşandana li Tehranê

Protestoyên ku li Îranê roja Pêncşemê destpê kiribûn, do Duşemê bi şev jî dewam kirin.

Kanala dewletê ya Îranê ragihand ku do di xwepêşandanan de 9 kes hatine kuştin. Bi vî awayî hejmara kuştîyên xwepêşandanan rabû 22’yan.

Sekreterê Civata Bilind ya Ewlekarîya Neteweyî ya Îranê Alî Şamhanî dîyar kir ku berpirsê bûyerên li Îranê diqewimin welatên bîyan in.

Şamhanî ji medyaya Lubnanê re da zanîn ku ‘’peyamên bo bûyerên li Îranê’’ ji Amerîka, Brîtanya û Erebîstana Saudî tên

‘’Ew tiştên em li ser sosyal medya dibînin, li dijî gele Îranê şerê wekaletekê ye’’ Şamhanî got.

Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî jî gotibû ku ‘’divê protesto ne gef, lê wek fersendekê werin dîtin.’’

XS
SM
MD
LG