Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran bi Toleyên Nû yên Aborî Bersîvdana Amerîka Dide


Senator Lindsey Graham bal dikşîne ser programa navokî ya Îranê
Senator Lindsey Graham bal dikşîne ser programa navokî ya Îranê

Îranê îro Pêncçemê ragihand ku wek bersîvdana toleyên nû yên Amerîkî yên girêdayî programa wê ya balîstîk, ew hizra danana toleyên nû li ser 9 kes û kompanîyên Amerîkî dike.

Daxuyanîya Wezareta Derve dibêje ku biryara Amerîkî neqanûnî ye û ji alîyê Îranê ve nayê qebûl kirin.

Daxuyanî bi berdewamî îdia dike ku toleyên aborî yên nû bi rêka zêdegavîyên hikûmeta Îsraîlê, mafên mirovan binpê kiriye.

Wezareta Xezîne ya Amerîkî roja Çarşemê toleyên nû li ser 2 karbidestên Îranî û kompanyeke wî welatî û herwiha endamên toreke bingeh li Çînê jî hene.

XS
SM
MD
LG