Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokomarê Îran'ê Bersîva Gotinên Trump Dide


Serokomarê Îran'ê Hasan Ruhanî
Serokomarê Îran'ê Hasan Ruhanî

Serokomarê Îran'ê Hasan Ruhanî, di merasîma salvegera 38'an ya Şoreşa Îslamî de, bersîva gotinên Serokê Amerîka Donald Trump da.

Di merasîma li Tehran ya paytaxta Îran'ê de, Ruhanî dîyar kir ku yekitîya wan heye û ewê li ber xwe bidin.

''Li Amerîka, hin kesên nû hatine desthilatê gefan li hikûmet û artêşa me dixwin. Divê vê zanibin ku, yekitîya me heye û em dê li hember dijminê xwe heta dawiyê li ber xwe bidin.'' Ruhanî got.

Ruhanî berê jî jibo rêvebirîya Trump gotibû ku di sîyasetê de ''ecemî'' ye.

Di fermana Trump ya qedexeya hatina xwecihên 7 welatan de Îranî jî hebûn. Li gor daneyên fermî yên Îran'ê li Amerîka 400 hezar Îranî dijîn.

XS
SM
MD
LG