Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Ser Hevdîtinê Bersîva Trump Dide


Tehranê bersîva Serokê Amerîka Donald Trump, ku dîyar kiribû ku bo hevdîtina bi Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî re amade ye, da.

Şîretvanê Ruhanî, Hamid Ebuturabî ji Twitterê da zanîn ku bo girjîya heyî kêm bibe divê ‘’bo gelê mezin yê Îranê rêz were girtin, dijminî were kêm kirin û Amerîka vegere peymana navokî’’

Ebuturabî da zanîn ku Îran bo dîyalogê amade ye û bi bîr xist ku di sala 2013’an de Ruhanî û Serokê berê yê Amerîka Barack Obama bi rêka telefonê axifîne û piştre di sala 2015’an de peymana navokî hatiye îmza kirin.

Amerîka di meha Gulanê de ji peymana navokî vekişîyabû û Trump dabû zanîn ku ewê dijî Îranê toleyên nû ragihînin.

Trump do Duşemê li Qesra Sipî dîyar kiribû ku bo hevdîtina bi Îranê re amade ne.

XS
SM
MD
LG