Îranê îro Înê bang li welatîyên xwe kir ku neçin Ukrayna û ji welatîyên xwe yên li wir jî xwest ku ji wir derkevin.
Wezareta Derve ya Îranê di hişyarîyê de bo şêwirmendîyê numareya telefona balyozxaneya li Kîevê jî weşand.
Di hişyarîyê de hat gotin ku girjîya li Ukrayna gurtir dibe û divê Îranî bo ewlekarîyên xwe neçin wî welatî.
Qesira Sipî do Pêncşemê da zanîn ku hin Îranîyan li Qirimê alîkarî dane Rûsan ku ew dronan bişînin ser Ukrayna.
Ukrayna, Amerîka û welatên Rojava dibêjin ku Îranê dron dane Rûsya, lê Tehran û Moskow heta niha jî wan îdiayan red dikin.