Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Daxwaza NY ya Serdana Navendên Leşkerî Red Dike


Di vê wêneya arşîvê de muşekeke dûravêj ya Îranî xwane dibe
Di vê wêneya arşîvê de muşekeke dûravêj ya Îranî xwane dibe

Îranê daxwaza Amerîka ya rêdana serdana vekolerên Neteweyên Yekbûyî, red kir, di vê demê de ku Washington peymana navokî ya 2015'an ji pêş çavan derbaz dike.

Berdevkê hikûmeta Îranê Mihemed Baqir Nobaxt di preskonferansa hefteyî de, di televîzyona dewletê de li ser vê mijarê peyîvî.

“Serdana navendên leşkerî yên Îranê qedexe ye... Hemî pêzanînên ser van nepênî ne. Îran dê qet rê nede serdanên wiha. Gun nedin daxwazên wanî jiber ku ew gîş xewn in.”

Serokê Amerîka Donald Trump, peymana navokî ya serdema Barack Obama wek rêkeftina herî xirab bi nav kiribû û di Nîsanê de fermana pêdaçûnê li ser wê rêkeftinê dabû ku ew peyman di berjewendîya Amerîka de ye yan ne.

Balyoza Amerîkî ya Neteweyên Yekbûyî, Nikki Haley hefteya çûyî giwaştin li ser Ajansa Enerjîya Atomî ya Navnetewî (IAEA) kiribû ku divê ew serdana bingehên leşkerî yên Îranê bikin ku bizanin karên dijî peymana navokî têne kirin yan ne.

Li gor qanûnên Amerîkî, divê Wezareta Derve her 90 rojan Kongresê agahdar bike ku Îran mercên peymana navokî bi cîh tîne yan ne.

Hêjayî balkişandinê ye ku cara tê ya agadarkirina Kongresê di meha Cotmehê de ye û Trump berê gotibû ku bi hizra wî heta hîngê Amerîka dê ragihîne ku Îranê biu peymana navikî pêbend nebûye.

XS
SM
MD
LG