Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran: Ku Amerîka Tiştekî Çewt Bike, Bingehên Wê yên Leşkerî Ewle Namînin


Ayetullah Mihemedalî Movahidî Kîrmanî

Meleyekî girîng yê Îranî îro Înê got ku bingehên leşkerî yên Amerîkî li Rojhilata Navîn wê ewle nemînin, ger Washington girjî û alozî ligel Tehranê zêde bike.

“Ku Amerîka tiştekî çewt bike, bingehên wan li herêmên dora Îranê wê ewle,” meleyê nimêja Înê ya Tehranê Ayetullah Mihemedalî Movahidî Kîrmanî li gor ragihandina ajansa Reutersê got.

Kîrmanî zelal nekir ku çi li bingehên Amerîkî were, lê Tehranê berê jî hişyar kiribû ku dijî wê nekeve nav hewileke leşkerî.

XS
SM
MD
LG