Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zarîf: Tevî givaştinên Amerîkî, Îran Dê Nehêle ku Bandora Wê li Rojhilata Navîn Kêmtir Be

Wezîrê Derve yê Îranê Cevad Zarîf îro Duşemê got ku tevî givaştinên Amerîkî yên sînorkirina kiryarên Tehranê, Îran wê nehêle ku bandora wê li Rojhilata Navîn kêmtir be.

“Îran wê jiber tole û gefên Amerîkî, polîtîkayên xwe yên li herêmê neguherîne,” Zarîf di hevpeyvîneke telvîzyona Al Jazeera ya Qatarî got.

Serokê Amerîka Donald Trump di meha Gulanê de Amerîka ji peymana navokî ya bi Îranê derxistibû, bi sedema ku ew yek rê li ber programa Îranê ya navokî û kiryarên wê li Yemen Sûrîyê nagire.

This item is part of
XS
SM
MD
LG