Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îranê 17 Kes bi Sedema Kişandina Vîdyoyên Henekên Tirsandinê Hatin Girtin


Dîmeneke polîsên Îranê (Arşîv)
Dîmeneke polîsên Îranê (Arşîv)

Ajansa nûçeyan ya AP îro Çarşemê ragihand ku polîsên Îranê 17 kesên xwende bi gumana ku ew jibo şopînerên xwe yên medyaya civakî zêde bikin, vîdyoyên henekên tirsandinê yên rastîn çê dikin, lê li kolanên Tehranê 'panîkê' ava dikin, girtine.

AP' yê ev agahî ji medyaya Îranê ragihand.

Rojnameyên Îranî ragihandin ku di nava vîdyoyên henekan de kuştinên sexte, xwekuştin û yên wek li metroya Tehranê de avêtina kek ser rûyê rêwîyan hene.

Berpirsê polîsê Tehranê General Husên Rehîmî ji rojnameya Îranê re ser mijarê axifî.

"Polîsan hin kesên ku bi kişandina dîmenên eşkere yên hovane li kolanên paytextê, bi tirsandina gel, bi lîstina aramî û ewlehîya gel kêfa xwe dikirin, girtin," Rehîmî got.
Hevdem, Rehîmî dîyar kir ku "Me 17 kesên ku ev kiryarên neqanûnî pêk anîne girtin."

Nivîskarê vîdyoya ku li metroya Tehranê hatiye kişandin ji rojnameya Şehab re wiha got:
“Min xwest ez mirovan kêfxweş bikim û hejmara şopînerên rûpela xwe ya Instagramê zêde bikim. "

Herwiha, berpirsê polîsê sîberî yê Tehranê Albay Davud Moazzamî jiber ku kesên xwende bo berjewendîyên kesane bi vî awayî raya giştî ditirsînin, hêrsa xwe anî ziman.

"Wan van vîdyoyên kişandin da ku bala şopînerên bikişînin û li ser Instagram û Twitterê reklaman bikin," Moazzamî got.

Wî bi berdewamî da zanîn ku tevahîya 17 kesên ku hatine girtin xwendina zanîngehê wergirtine û li kompanîyên rêzdar kar dikirin.

XS
SM
MD
LG