Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koordînatorê Navokî Yê Yekîtiya Ewrupa Serdana Îranê Dike


Paris, 13ê Cotmehê (Reuters) – Serdana Koordînatorê Navokî yê Yekîtîya Ewrupa bo Îranê di demek kirîtk te pêktê, bi armanca hewildanên zindîkirina danûstandinên derbarê bernama navokî ya Îranê bi hêzên navnetewî re, serdan vê carê 'karekê ne weke caran' tê dîtin, jiber têkçûna rewşa heyî ya guherînên rewşa navokî li ser erdê, ev yek ji aliyê dîplomasiyên E3 hat ragihandin. (E3: ku weke sê welatên mezin yên Yekîtiya Ewrupa tê naskirin yan jî bi navê, EU triumvirate, EU trio jî tê naskirin, ku armanc jê Fransa, Almanya û Îtalya ye).

Hatiye plan kirin ku koordînatorê Yektîya Ewrupa Enrique Mora sibê roja Pêncşemê serdana Îranê bike, lê Dîplomatên YE îro Çarşemê berî serdanê yadaştek nivîsand û dibêje "Serdan di demegk gelek giring de pêktê, ku cardî vegera diyaloga Viyena ya peyamana navokî ya Îranê re (JCPoA) bihê destpêkirin ku Îranê ev nêzî 4 mehane rawestandî. "

Yadaşt herwiha dibêje "Rewşa di warê navokî de ji wê demê heya niha, her ku diçe xerabtir dibe, ji ber wê yekê ev serdan 'dê nekarek ji rêzê be' zêdetir ev serdan pêwestîya ji wê kirîzê ye".

Ji hejî gotinê ye ku Şanderê Taybet yê Amerîka bo Îranê Rob Malley îro Çarşemê got ku welatê wî amade ye hemû bijareyan bide ber çavan eger Îran li mercên rêkeftina navokî ya sala 2015an venegere.

Di axaftinekê de ligel Navenda Carnegie ya lêkolînan li Washingtonê, Malley da zanîn ku "emê xwe jibo rastîyeke cuda amade bikin ku tê de emê hemû bijareyan bidin ber çavan da ku pirsgirêka programa Îranê ya navokî çareser bikin, eger ew ne amade be ku vegere sînordarkirinên," rêkeftina 2015’an ligel şeş hêzên serekî yên cîhanê.

XS
SM
MD
LG