Wezareta Derve ya Îranê banga Serokomarê Fransa Emmanuel Macron ya ser danûstandinên bo çekên navokî red kir.
Macron dîyar kiribû ku Parîs û Washington dixwazin ku Îran bernameya xwe ya navokî bi dawî bike û dabû zanîn ku ew dikarin danûstandinên nû bikin.
Berdevikê Wezareta Derve ya Îranê Abbas Musavî ragihand ku ew xêncî peymana navokî ya sala 2015’an ti danûstandinan qebûl nakin.
‘’Ewrupî di bicîhanîna şertên peymanê de û piştî vekişîna Amerîka, ku dijî qanûnê bû, di berevanîya berjewendîyên Îranê de ne baş bûn’’ Musavî got.
Serokê Amerîka Donald Trump bo dîyalogê banga Tehranê kiribû û gotibû ku Tehran jiber toleyên Amerîkî ketiye rewşeke dijwar.
Musavî dîyar kir ku şiroveyên Trump ‘’bêbingeh in û bersîvekê jî heq nake’’
Amerîka par ji peymana navokî ya bi Îranê re vekişîyabû.