Melayên payebilind yên tundrê Ehmed Xatemî di xutbeya nimêja Înê ya îro de li Tehranê bang li dadwerîya Îranê kir ku li hember xwepêşandanên ku li serenserî welat dijî desthilatdarîya Komara Îslamî didomin, pîvanên tund were girtin.
"Divê dadwerî dijî kesên serî rakirine tevbigere - yên ku li gelê xwe îxanet kirine û çala dijmin avkirine - bi awayekî ku yên din dîsa nexwazin serî rabikin," Xatemî got.
Ehmed Xatemî hevdem dîyar kir ku her kesê ku difikire ku desthilatdarên welat wê têk biçin, xewnan dibîne.
"Ji zarokên xapandî re gotine ger ew hefteyekê li kolanan bimînin wê rejîm têk biçe. Hun jixwe xewna bibînin!"
Di xwepêşandanan de bi gelemperî têkçûna rejîma olî ya dewleta Îranê û têkbirina Xameneyî tê daxwaz kirin.
Hejayê gotinê ye ku ji 16'ê Îlonê vir ve, jiber kuştina keça Kurd Jîna Emînî, li seranserê Îranê û bi taybet jî li eyaleta Kurdistanê xwepêşandanên girseyî didomin.
Kuştina Emînî li Îranê bû sedema xwepêşandanên berfireh û bertekên tund yên navneteweyî ku hîn jî didomin.
Rexistinên mafên mirovan didin zanîn ku ji destpêka xwepêşandanan û vir ve herî kêm 250 kes hatine kuştin, bi sedan kes birîndar bûne û bi hezaran kes jî hatine girtin.
Îran gelek welatan ku piştgirîya xwe ser xwepêşandanan ragihandine, tawanbar dike û dibêje ku ew destwerdana karûbarên wê yên navxweyî dikin.