Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îranê Ser Firotana Petrolê Dijî Îtalya û Yunanistanê Bertek Nîşan Da


Îranê dijî Îtalya û Yunanistanê, ku Amerîka bi toleyên petrolê yên li hember Tehranê rê li ber wan negirtibû, bertek nîşan da.

Wezîrê Petrolê yê Îranê Bijen Namdar Zengene ser toleyên Amerîka yên di meha Mijdarê destpê kiribûn axifî.

‘’Amerîka rê li ber Îtalya û Yunanistanê negirt. Lê her du welat jî ji Îranê petrolê nakirin.’’ Zengene got.

Zengene da zanîn ku her du welat pirsên derbarê ser kirîn firotana petrolê nabersîvînin.

Wî dîyar kir ku xêncî Tirkîyê ti welatên Ewrupa ji Îranê petrolê nastînin.

Wezîrê Îranê got ku ew jiber toleyên Amerîka di rewşeke dijwar de ne û da zanîn ku ewê nehêlin ku Washington rê bi temamî li ber firotana petrolê bigire.

XS
SM
MD
LG