Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îranî Tevî Berfirehbûna Guvaşan Çalakiyên Protestoyî Yên Nû Li Dar Dixin


Li gorî raportên li ser medyaya civakî, tevî tepeserkirinên berfireh xwendekarên Îranî protestoyan berdewam dikin û dikandaran jî roja Şemiyê dest bi grevê kirin, dema ku xwepêşandanên ku li ser kuştina Jîna Emînî ketin hefteya heştemîn.

Dewleta oldaran rastî xwepêşandanên hatîye ji dema ku Jîna Emînî ya 22 salî, di girtîgehê de mirî piştî girtina wê ji ber binpêkirina rênmayên tund yên cil û bergên Îranê bo jinan.

Çalakvanan got bi destpêkirina hefteya xebatê, hêzên ewlehiyê bergirîyên nû girtin ji bo rawestandina xwenîşandanên li zanîngehên Tehranê û lêgerînê ser xwendekaran dikin û zorê li wan dikin ku maskeyên xwe derxînin.

Lê xwepêşanderan li zanîngeha Azad ya Îslamî ya Meşhedê, li bakurê rojhilatê Îranê, di vîdyoyekê de ku ji aliyê BBC Farisî ve hat weşandin de, dirûşmên "Ez jinek azad im, tu sexte yî" hatin bihîstin.

Di dîmenên ku li ser înternetê ji aliyê çalakvanekî ve hatine belavkirin de, xwendekarên Zanîngeha Gîlan ya bajarê Reştê dirûşmên wekî: "Xwendekar dimire, lê heqaretê qebûl nake." qîrîyan. AFP nikarî wan vîdyoyan piştrast bike.

Li bakurê rojavayê bajarê Qezwînê, bi dehan di merasîmeke şînîyê de ya roja 40ê piştî mirina xwepêşander Cewad Heyderî diruşmên bi vî rengî qîrîyan.

Rêxistina Mafên Mirovan Hengaw ku navenda wê li Norwîcê ye, got ku xelk "greveke berfereh" dike li bajarê Jîna Emînî Seqezê, li parêzgeha Kurdistanê, ku dikan lê wê derê girtî ne.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG