Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yihya Resûl: Divê Tirkîyê Rêzê li Serwerîya Îraqê Bigire


Berdevkê hêzên leşkerî yên Îraqî Yihya Resûl.
Berdevkê hêzên leşkerî yên Îraqî Yihya Resûl.

Berdevkê fermandarê giştî yê hêzên Îraqê, Lîwa Yihya Resûl îro Yekşemê ragihand ku vekolîn derbarê êrîşa Tirkîyê ya hefteya borî li ser seyrangehekê li bajarê Zaxoyê berdewam in.

Di hevpeyvînekê de ligel televizyona Alhurra ya Amerîkî, karbidestê leşkerî yê Îraqê got ku welatê wî amade ye berevanîya axa xwe bike û bang li Tirkîyê kir ku rêzê li serwerîya Îraqê bike.

Resûl herwiha dîyar kir şandeke artêşa Îraqî û wezareta derve demûdest piştî êrîşê serdana cihê wê kir û vekolîn derbarê vê mijarê hîn berdewam in.

Êrîşa ser seyrangeha Perexê li bajarê Zaxo bû sedema kuştina 9 kesên sivîl û birîndarbûna 23 kesên din. Piştî êrîşê, li seranserê Îraqê xwepêşandinên nerazîbûnê li dijî Tirkîyê derketin.

Raport dibêjin ku parlemana Îraqê di demeke nêzîk de dê rûniştineke taybet bi gotûbêjkirina vê êrîşê lidar bixe.

XS
SM
MD
LG