Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Adil Ebdulmehdî Serdana Herêma Kurdistanê Dike


Gihîştina Şandê Hikûmeta Îraqê bo Firokxaneya Silêmaniyê
Gihîştina Şandê Hikûmeta Îraqê bo Firokxaneya Silêmaniyê

Şandeka bilind a hikûmeta Îraqê bi serokatiya serokwezîrê destjikarkişandî Adil Ebdulmehdî sernada herêma Kurdistanê kir û li gel her yek ji serokê Herêmê û serokê hikûmeta Herêmê Kom bû.

Çavkaniyeke encûmena wezîran dibêje Adil Ebdulmehdî ragihandiye ku derfeteke baş heye ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera herdu aliyan de û guftûgo li dor rewşa Îraqê û navçeyê û pêwendiyên di navbera wan de bûye.

Çavkanî dibêje nîşan bi wê yekê hatiye dayîn ku bingehek ji bo pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Fedralî de hatiye danîn û niha derfeteke baş e ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera wan de, bi awayekî ku di berjewendiya hemî aliyan de be.

Herdû aliyan dupat kiriye ku pêwîst e Îraq dûr be ji rûbirûbûnên herêmî û derve û divê pêwendiyên balanskirî li gel her aliyekî bêne parastin.

XS
SM
MD
LG