Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşeke bi Firokeke Bê Firokvan Bingehe Îraqî Dike Armanc


Bingeha Ain al-Asad
Bingeha Ain al-Asad

Peyvdarekî koalisyona navneteweî ya bi serkirdeyetîya Amerîka li Îraqê got ku îro Şemîyê êrîşeke bi sîstema çavdêrîya esmanî bingeha Îraqî ya Ain al-Asad li rojavayê Îraqê kir armanc. Bingeh hêzên Amerîka û yên din ên navnetewî vedihewîne.

Kolonelê artêşa Amerîkî Wayne Marotto, peyvdarê hêzên koalisyonê, li ser Twîterê got ku vekolîn li dor êrîşê dibine, lê raporta seretayî diyar dike ku êrîş demjimêr 2:20 bi dema xwecihî bûye û ziyan gihandîye rawestgeheke firokan.

Amerîka grûpên ku Îran piştgirîya wan dike bi êrîşên wiha li dijî hêzên wê li Îraqê tawanbar dike.

Ta amadekirina vê nûçeyê hîn ti alîyekî berpirsiyariya xwe li dor vê êrîşê ranegihandiye.

XS
SM
MD
LG