Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Muqteda El-Sedir Dibêje Hikûmeta Bê ya Îraqê dê Piralî be


Rêberê Şîiî yê Îraqî Muqteda el-Sedir, ku koalisyona wî jimara herî mezin a kursiyên parlemanê di hilbijrtinan Îraqê de bidest xistin, xwest ji xelkê Îraqê re piştrast bike ku hikûmeta bê ya welêt dê pêwîstiyên wan pêkbîne û got ew dê “piralî” be.

Çi Kutleyan bi tenê serê xwe piraniya dengan nebir, ji ber wilo, erêkirina li dor hikûmetekê dê bi hefteyan û renge bi mehan dirêj bike.

Lîstikvanên sereke, piştî ragihandina encamên hilbijartinan, dest bi axaftinan kir, û doh derengîŞemiyê kombûnek di navbera el-Sedir û serokwezîr Heyder el-Ebadî de bû.

Piştî axaftinan, el-Sedir got kombûna wan “peyameka zelal û dilrihetiyê ji xelkê Îraqê re şand ku hikûmet dê li we miqate be, dê piralî be, emê kesî dûr nexin. û emê ji bo çaksazî û geşepêdanê kar bikin.”

Wî berferehiyên kombûna xwe ya li gel el-Ebadî ranegandin.

XS
SM
MD
LG