Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavdêr Girjîya Îran û Amerîkayê û Bandora wê li Ser Îraqê Dinirxînin

Alîkarê serok erkanên Desteya Heşda Şeibî li Îraqê Yasir el-Îsawî li ser helwesta Heşdê ya li dor alozîyên li herêmê û îhtîmala rûdana şerekî di navbera Amerîka û Îranê de hin daxuyanî dan.

El-Îsawî bo kenala (RT) axivî û got, "Heşd dê beşdarîyê di ti şerekî di navbera Îran û Amerîkayê de neke."

El-Îsawî got, "derketina şerekî di navbera Îran û Amerîkayê de dê bibe "karesatek aborî û ewlehîyê, " li Îraqê û hemû hermê.

Xazî Feysel, rêveberê Navenda Lêkolînên Îraqî ji Aman a paytexta Urdunê gote Dengê Amerîka, "Daxuyanîyên el- Îsawî tenê ji bo xwe veşartinê ye, " wî got jî, di nava Heşdê de 74 grûp hene, di nava wan de 34 grûp hevpeyman in ligel Pasdrên Îranê û ferman û fetwayên Xamineyî cîbicî dikin û wî wek rêveberê berevankarîya Îslamî li cîhanê dibînin.

Feysel herwiha dibêje, "Heşdê 12 bingehên leşkerî û fabirîkên çêkirina çekan li Îraqê hene, û ew bi serperiştîya Pasdaran pêktên".

Şirovekarê siyasî Ziyad El-Errar ji Bexda gote Dengê Amerîka, li Îraqê nerînên li hember girjîyên di navbera Washington û Tehranê de cuda ne, ew cudahî di navbera pêkhateyên siyasî û leşkerî, grûpên çekdar û hêzên leşkerî de parve dibin.

Errar got helwestên cuda hin ji wan alîgirîya Îranê dikin û hin jî alîgirîya helwesta Amerîkayê dikin.

Ji alîyê siyasî ve "alî hene weha dibînin ku rola Amerîka di berjewendîya Îraqê de de ye, ew jî hin alîyên sunî û hin alîyên Kurdî û heta hin alîyên şî’i jî hene, " û "Hin alî hene dibêjin ku eger şerek bi Îranê re çêbibe dê gelek zirar bi Îraqê keve," Errar got.

"Piranîya grûpên çekdar ên di nava Heşdê de piştgîrîya Îranê dikin û derîyê beşdarîya xwebexş bo piştevanîya Îranê vekirine û ev yek bi eşkere û bi zelalî ragihnadî ye, lê niha di nava Heşdê de, hin grûp hene xwe weke bêalî radigihînin."

Errar dibêje, bi şêweyekî giştî niha piranî hevbîr in ku Îraq nebe beşek ji girgjîya di navbera Amerîka û Îranê de.

Wî tekez kir ku ev cara yekê ye ji alîyê siyasî û leşkerî ve grûpên Heşda Şe'ibî naxwazin Îraq bikeve nav şerekî çaverêkirî yê di navbera Îran û Amerîkayê de.

Dengê Amerîka derbarê daxuyanîyên el- Îsawî li ser girjîyên di navbera Amerîka û Îranê de telefona berpirsên hikûmeta Bexdayê kir lê bersiv nebû.

XS
SM
MD
LG