Desthilatdarên Îraqê îro şemîyê ragihand ku wan 20 endamên toreka organîzekirî ya gunehkarîyan girt û dest da ser nêzîkî 7 kîloyên madeyên hişbir û 14,000 hebên hişbir.
Nivîsgeha Agahdarîyên Artêşa Îraqê di konferanseke rojnamevanî de li Bexdayê ew madeyên desteserkirî nîşan dan, ku di nav de tifang û bombe jî hebûn.
Wan her wiha 4 motorsîkil û 5 otombêl desteser kirin, li dor daxuyanîya desthilatdaran.
Peyvdarê hêzên çekdar ên Îraqê got ku ew 20 kesên berguman berê bi awayekê fermî daxwazkirî ne bi tawanbarîyên girêdayî madeyên hişbir.
Daxuyanîyê diyar kir ku ew girêdayî toreka navnetewî ya gunehkarîyan in û di çarçoweya wê de kar dikirin.
Operasyona girtina wan ji aliyê Xizmeta Agahdarîya Artêşa Îraqê û Komandarîya Îraqî ya Dijî Terorê ve, birêve çû.