Lînkên eksesibilîtî

Li Îraqê Daiş Êrîşî Bingeheka Koalisyonê Dike


Koalisyona navnetewî ya bi serkirdayetiya Amerîka dibêje êrîşkerên Daiş êrîşî bingeheka wan kir li bakurê Îraqê bê ku çi ziyanê bigihîne serbazên Îraqê û biyanî.

Peyvdarê koalisyonê kolonêlê Amerîkî Ryan Dillon dibêje hemî êrîşker hatin kuştin.

Dillon dibêje êrîşa îro Yekşemê li herêma bakurê bajarokê Hewîje rû da, ku yek ji cihên dawî yên Daişê ye piştî ew ji Mûsilê hatin derxistin, demekê berê îsal.

Hêzên Îraqê, bi piştgiriya Amerîka piraniya navçeyên bin destê Daişê rizgar kirin, lê Daiş hîn dikare êrîşan li dijî sivîl û armancên leşkerî pêk bîne.

Roja Pêncşemê, êrîşeka Daiş li xaleke vekolînê û xwaringehekê li başûrê Îraqê bêhtirî 80 kesî kuşt û bidehan birîndar kirin.

XS
SM
MD
LG