Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îraqê Alîgirên Heşdulşaabî bi Siloganên Dijî Amerîka Derketin Xwepêşandanan b


Îro Yekşemê, bi dehan hezar Îraqî li meydana navendî ya Bexdayê derketin xwepêşandanan û siloganên dijî Amerîka hildan, di boneya salvegera kuştina generalê Îranî Qasim Silêmanî û komandarê mîlîsa Îraqî Ebû Mehdî el-Muhendês de, ku herdu jî di êrîşeke Amerîkî de sala borî hatibûn kuştin.

Ev xwepêşandan dibin di demekê de ku girjî di navbera Îranê û Amerîka de bilind bûne, di çend rojên mayî yên rêveberîya serokê Amerîka Donald Trump de, û gelek xwepêşanderan daxwaza tolvedanê kir.

Silêmanî, serkirdeyê mezin ê Nobedarên şoreşgerî yên Îranê, roja 3 meha Çile ya sala 2020an li firokxaneya Bexdayê di êrîşekek Amerîkî de, bi firokeke bê firokvan hate kuştin. Ew Êrîş bû sedema dijminahiyeke berferehtir di navbera Tehran û Waşintonê de û metirsî li dor rûbirûbûneke mezin derxistin pêş.

Waşintonê, Silêmanî bi plankirina êrîşên mîlîsên alîgirên Îranê li dijî hêzên Amerîkî li herêmê, tawanbar dikir.

Xwepêşandanên meydana Tehrîr, li ser daxwaza komek grûpên mîlîsan ku bi navê Heşdulşaabî tên naskirin û piranîya wan piştgirî û rahênanê ji Îranê werdigrin, hatin lidarxistin. Wan siloganên dijî Amerîka yên wek “ Amerîka şeytanê herî mezin e” hildan.

XS
SM
MD
LG