Parlemana Îraqê îro Şemiyê daniştineke yasayî lidar dixe ji bo gotûbêjkirina rewşa nearam a bajarê Besra û xwepêşandanên dijî gendeliyê û nebûna kar û xizmetên giştî.
Di encama nearamiya bajêr de ta niha bi kêmanî 12 kes hatine kuştin.
Ajansa nûçeyan a Frensî dibêje xwepêşandanên vê hefteyê bûn piştî ku bêhtirî 30 hezar kes bi sedema vexwarina ava pîs nexweş ketin .
Wezareta navxweyî ya Îraqê rewşa awarte li Besra ragihand.
Li firokxaneya Besra karbidestek dibêje îro Şemiyê sê moşekên katyoşa firokxane kir armanc lê çi ziyanên mirovî nebûn, û ta amadekirina vê nûçeyê çi aliyekî berpirsiyariya êrîşê ranegihandiye.
Roja Înê, bi sedan xwepêşanderan êrîşî qunsolxaneya Îranê li bajêr kirin û agir berdan wê.
Peyvdarê wezareta derve ya Îraqê Ehmed Mehcûb got êrîşkirina ser qunsolxaneyên biyanî nayê pejirandin û ew ziyanê digihîne berjewendiyên Îraqê.
Peyvdara wezareta derve ya Amerîka Heather Nauert di daxuyaniyekê de got:
“Li gor destûra Îraqê, mafê xwepêşandana aştiyane û erka parastina cihên giştî û taybet wek hevin… em daxwazê ji hemî aliyan dikin ku rêzê li mafê xwepêanderan û parastina dîplomatan û bingehên wan bigrin.”