Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilweşandina Mîlîşîyayên li Îraqê bi Seryaya El Selam Dest pê kir

Arşîv: Hin çekdarên Mîlîşyayên Şîe li Îraq di dema şerê li dijî Daişê de.
Arşîv: Hin çekdarên Mîlîşyayên Şîe li Îraq di dema şerê li dijî Daişê de.

Di çarçoveya pêngavên berfirehkirina kontrola dewletê û nehêlana çekên mîlîşîyayên Şî'î yên Îraqî, îro Hêzên "Seraya El-Selam" ên li herêma Samerrayê, bi fermî hemû baregehên xwe radestî hêzên ewlehîyê yên parêzgeha Selahedînê kirin.

Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş, General Qeyis el-Mehmedawî, piştî merasîma radestkirinê ragihand ku komîteyeke hevbeş hatiye avakirin da ku mekanîzmeya veqetandina van hêzan ji Desteya Heşda Şe'ibî were destpêkirin.

Li gor General Qeyis el-Mehemedawî Armanca vê gavê ew e ku çek tenê di destê dewletê de bimînin û ev yekîneyên çekdar rasterast bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar (Serokwezîr) ve werin girêdan.

Di heman demê de, herdu komên çekdar "Esayîb Ehlil Heq" bi rêberîya Qeyis el-Xeze'ilî û "Ketayib El-Îmam Elî" bi rêberîya Şibil el-Zeydî jî ragihand ku wan dev ji çekên xwe berdane, têkilîya xwe bi Heşda Şebî re qut kirine û tevlî artêşa fermî ya "Îraqê bûne.

Sarmad el-Bayatî pisporê leşkerî gote Dengê Amerîkayê "Ev pêvajo heta niha bi awayekî rêxistinkirî tê meşandin û komên din yên çekdar wê li ser heman pêngava koma Saraya Salam ya Muqteda Sedir bimeşe."

El Beyatî
El Beyatî

Li alîyê din, tevî van gavan jî, hinek komên çekdar ên Şî'a mîna Tevgera Nucebai, Seyîd el-Şuhedai, Ketayib Hizbullah a Îraqê û Ensarullah el-Ewlîyai, daxwazên radestkirina çekan û tevlîbûna nav artêşa dewletê red kirin û heta amadekirina vê raportê li ser helwesta xwe man e.

Lê el-Bayatî bawer dike ku ew jî wê tevlî vê pêvajoyê bibin ji ber ku piştî 26ê Îlonê, van Komên çekdar ti behane namînin.

Li gorî rêkeftineke berê ya di navbera Bexdayê û hevpeymanîya navneteweyî de, divê hêzên biyanî heta 26ê Îlonê ji baregehên leşkerî yên li nav bajarên Îraqê vekişin.

El-Bayatî tekez kir ku wê çaxê dê hemî sedem werin rakirin, bi taybetî hebûna hêzên Amerîkayê li Îraqê û yên hevpeymanîya navneteweyî, û Hevpeymanîya Çarçoveya Hemahengî ya Şî'ayan dê destûr bide Serokwezîrê niha, Elî el-Zeydî, ku hemî tedbîran bigire da ku piştrast bike ku çekên wan bi tevahî di bin kontrola dewleta Îraqê de bin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG