Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlemana Îraqê 88 Milyar Dolar bo Budjeya 2018an Erê Dike


Parlemanterên Îraqê îro Şemiyê got parlemanê budje erê kir, lê endamên Kurd piroseya dengdanê baykut kir li dor behra herêmê di vê budjeyê de.

Budjeya 88 milyar dolar ew li ser bingeha firoştina niftê ye ku pêşbîne rojê 3.8 milyon bermîl be bi bihayê 46 dolar bo yek bermîl neft.

Ew dide ber çavan dahatên hikûmetê bi nirxa 77.6 milyar dolar li gel kurtbûna budjeyê bi 10.58 milyar dolar, li gor parlemanteran.

Ew 3.8 milyon bermîlên rojane, 250 hezar bermîl ên herêma Kurdistanê jî vedihewîne.

Parlemantera Kurd Eşwaq Jaf got:

“Me dengdan baykut kir û hin pêşniyaz hene ku Kurdistan ji proseya siyasî ya Îraqê hemî bikişê, ji ber nedadmendiya ku em rastê tên.”

Budjeyê behra hikûmeta Kurdistanê kêm kir bo 12.67 ji sedî, ku ji dema rûxandina rêjîma Seddam Hisên ve17 ji sedî bû.

XS
SM
MD
LG