Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Fermana Girtina Wezîrê Kar ê Berê bi Tawana Gendelîyê Da

Îro roja Yekşemê Dadgeheke Îraqê fermana girtinê û lêpirsînê derxist li dijî Wezîrê Kar û Karên Civakî yê berê Ehmed Esedî dirxist, bi tawana gendeliyê ya girêdayî girêbest û karên ku di dema wezîfeya wî ya wezaretê de hatine kirin.

Li gorî belgeyeke ku dîroka 29ê Tîrmeha 2026an li ser e û ji alîyê ajansa nûçeyan Îraqî INA ve hatiye belavkirin, ev ferman li ser sûcdarkirina Esedî bi " sûdwergirtina rasterast ji girêbest û karên ku bi wî re peywendîdar di dema ew Wezîrê Kar û Karên Civakî bû".


Endamê Komîteya Destpakîyê a Parlemanê, parlamenter Taha Dîfa'î ji Dengê Amerîkayê re piştrast kir ku Encûmena Bilind a Dadê û Dadgeha Pispor a Destpakîyê (ya têkildarî têkoşîna li dijî gendelîyê) fermana girtinê derxistine li dijî Wezîrê berê Ehmed Esedî û her wiha li dijî parlamenterê niha Nazim Esedî.

Parlamenter Taha El-Dîfa'î
Parlamenter Taha El-Dîfa'î

Hêjayî gotinê ye Ehmed Esedî, berê parlamenterê fraksiyona Fetih û serokê milîşîa "Ketayib Cund El-Îmam" bû her wiha berdevkê Heşdî Şebî jî bû, û ciheke diyar heye di Çarçoveya Hemahengîya Şî'ayan û di hikûmeta Serokwezîrê berê Mihemed Şîya Sûdanî de wezîrê Kar û Karên Civakî kiribû.

Di vê navbarê de, Dadgeha Temyîzê ya Bexdayê / Kerxê, daxwaza rakirina parêzbendîyê li ser parlamenter Nazim Esedî ku serokê fraksiyona "Sûmerîyûn" e û girêdayî Ehmed Esedî ye, ji Parlemana Îraqê kir.

Dîsan bi tawana gendelîyê jêderekê ji sazîya têkoşîna li dijî terorê ku nexwest navê wî bê eşkerekirin, ji Dengê Amerîkayê piştrast kir ku duh roja Şemîyê, hêzên ewlehîyê li Bexdayê parêzgarê berê yê Selahedînê Ehmed Cibûrî desteser kir.

Cibûrî di navbera salên 2014 û 2015an Wezîrê Dewletê bo Karên Parêzgehan bû, di navbera salên 2015 û 2022yan de wek endamê Perlemana Îraqê, û di navbera salên 2013 û 2014an de jî wek parêzgarê Selahedînê kar kiribû.

Di sala 2019an de, Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê li gorî zagona "Magnitsky" Cibûrî xistibû lîsteya cezayan. Li gorî daxuyanîya fermî ya Xezîneyê, ew bi gendelî, xirabbikaranîna postên xwe û fêdewergirtina ji malê giştî hatibû tohmetbarkirin.


Tê zanîn di mehên borî de, helmetek li dijî gendelîyê hate lidarxistin; ya herî diyar a wan, girtina cîgirê berê yê Wezîrê Petrolê Ednan Cumeylî bû.

Pisporê darayî û aborî yê Îraqî Sefwan Qusey gote Dengê Amerîka ku serokwezîr û fermandarê giştî yê hêzên çekdar li hember astengîyek mezin e. Ew divê gelê Îraqê razî bike ku ev tedbîr dê bi lez û rasterast werin bicihanîn. Wî hişyarî da ku derengmayîna di girtina gavên berbiçav de dikare bibe sedema kêmbûna piştgirîya gel û piştgirîya navneteweyî ji bo hikûmetê.

Sefwan Qusey, Pisporê Aborî
Sefwan Qusey, Pisporê Aborî

Qusey herwiha got ku Amerîka dikare di xurtkirina bawerîya bi pergala Îraqê de rolek girîng bilîze, bi taybetî bi piştgirîya hewldanên dijî gendelîyê, şopandina pereyên Îraqê yên ku hatine derxistin derveyî welat û vegerandina wan.

This item is part of
XS
SM
MD
LG