Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Îraqî Cezayê Sêdaredanê Dide Polîsekê Berê ku bi Kuştina Hişam Haşimî Tê Tawanbar Kirin


Dadgeheke Iraqê
Dadgeheke Iraqê

Li gorî daxuyaniyeke fermî, roja Yekşemê, dadgeheke Îraqî hukmê sêdaredanê li ser polîsekî berê derxist ji ber sûcdarkirina wî bi kuştina lêkolîner, Hîşam El-Haşimî, yê ku di Tîrmeha 2020an de li nêzîkî mala wî li Bexdayê hatbû kuştin, û kuştina wî bûbû sedema şermezarkirinan li Iraqê û ji derve.

Di daxuyaniya Encûmena Bilind ya Dadweriyê ya Iraqê de hat gotin, "Dadgeha Tawanan ya Resafayê cezayê darvekirinê li ser sûcdar Ehmed Hemdawî Awaid ji ber kuştina pispor û akademesyonê ewlehiyê Hîşam Haşimî derxist."

Tawankar dikare vê biryarê îtîraz bike, wekî ku ji AFP re ji hêla çavkaniyek dadweriyê ve ku nexwest navê xwe eşkere bike hat piştrast kirin.

El-Haşimî, 47 salî, pisporê tevgerên cîhadî, di 6ê Tîrmeha 2020an de, bi guleyên zilamên li ser motorsîklêtan li derveyî mala wî li Bexdayê hatbû kuştin.

El-Haşimî Lêkolîner û çalakvanek jêhatî bû di civaka sivîl de, wî piuştevaniya xweji bo xwenîşandanên ku di Cotmeha 2019an de dest pê kiribûn nîşan dida û daxwaza reformeke berfireh di sîstema siyasî de dikir û bandora Îranê li Iraqê şermezar kir.

Salekê piştî kuştina wî, di tîrmeha 2021ê de, Serokwezîrê Iraqê yê wî demî Mistefa Kazimî, girtina “kujerên Haşimî” ragihand. Piştî wê, televîzyona dewletê "îtîrafên" bersûcên dozê, polîsê bi navê Ehmed El-Kinanî yê 36 salî weşand ku ew ji sala 2007'an ve bûbû polîs.

Çavkaniyek ewlehiyê wî çaxî ji AFP re piştrast kirbû ku polîs nêzîkî Katayib Hizbullah bû, ku ew jî beşekin ji komên çekdar yên Heşda Şaabî ya herî bi bandor.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG