Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerê Îraqê: Banka Navendî Û Dadgeha Daişê li Bajar Mûsil Tên Rizgarkirin


Wêne: Bajarê Mûsil 6î Adarê 2017
Wêne: Bajarê Mûsil 6î Adarê 2017

Peyvdarê hêzên leşkerê Îraqê roja Sêşemê ji ajansa Reuters re radigihe ku, hêzên wan û yên girêdayî wezareta navxwe ya Îraqê, îro gihane navenda bajarê Mûsil û avahiyê Banka navendî ji çekdarên Daişê hatiye rizgarkirin.

Fermandar Abdulemîr Muhamedawî peyvdarê yekîneyên bersivdana lezgîn dibêje, yekîneyên wan gihane navenda şaxê sereke yê banka navendî, herweha avahiyê ku çekdarên Daişê li Mûsil kir bû dadgeha xwe ew jî hatiye kontrol kirin.

Dema Daişê sala 2014an Mûsil dagîrkir bû, ew avahî weke dadgeha Daişê dihat naskirin, gelek zûrdarî û kuştina kesên sivîl di wî avahî de encam dabûn, hind kesên siza didan liser banê avahî di avêtin xwar, dîsan dest û lingên gelek kesan di wê dadgehê de hatine jêkirin.

Avahiyên banka navendî û yê Dadgehê li heman herêma navenda bajarê Mûsil dimînin, yê ku doh gelek avahî ji wan, ji aliyê hêzên Îraqê ve hatbûn rizgarkirin.

XS
SM
MD
LG