Roja Yekşemê 8ê Çile, çavkaniyan li gorî Wezareta Berevaniya Îraqê ragihand ku hêzên wan yên esmanî firokek bê firokevan li bingeh esmanî ya Eyn al Esed xistîye xwar.
Bingeha esmanî ya Eyn al Esad hêzên Amerîkî û hevpeymasniya navnetewî dihewîne, dema ku firokek bê firokevan li hindavî bingehê difirî xistine xwar.
Çavkanî neda zelal kirin kanê ew firoke ji bo keşfê firîn pêk dianîn yan jî bi teqmeniyan barkirî bû.
Çavkanî dîsan daye zanîn ku derabrê ziyan û qurbaniyan tiştek nehatiye ragihandin.
Bingeha Eyn Esed gelek caran bi mûşek û firokeyên bê firokevan tê bombebarankirin.
Îraqê di 9ê Dîsembera berî du salan de, bi fermî ragihand ku hebûna hêzên "şerker" yên biyanî li welêt di dawiya sala 2021an de bi dawî hatîye, ku erkê nû yê hevpeymaniya navdewletî tenê şêwirmendî û rahênana leşekran e.
Hêjî 2500 leşkerên Amerîkî û hezar leşkerên hevpeymaniyê li sê bingehên leşkerî yên Iraqê, ku di nav wan de Eyn eal-Esed jî heye, hene.
Di rastiyê de, ew hêz zêdetirî salekê ye bo piştevaniya hêzên Iraqî di şerê li dijî DAIŞê de, di rola şêwirmendî û rahênanê de ne. Bingeha Eyn al Esed li parêzgeha Anbar ya rojavayê Îraqê ye.
Çavkanî: Reuters/Alhurra