Di roja cihanî ya zalbûn li ser hejariyê ku dikevîte 17 meha 10an, emîndarê giştî yê netewên yekbûyî Entonyo Gutêrês bangî tev cîhanê kir ji bo bi hevra karkirinê li ser metirsîdartirîn petaya cîhanê covid_19 û amajê didet ku di vê salê da, rêjeya hejaran wê bigehe 115 milyon kesan û dibêje eve mezntirîn rêjeye di çaxê berya niha da.
Li parêzgeha Duhok li vê dawiyê rêjeya here mezin ya tuşbûyên covid_19 di hête tumarkirin û rewşa abûrî ya welatîyan di metirsîyê daye ji ber nebûna delîvên kar û nebûna bazarî.
Li ser vê yekê Seid Osman dibêje, "petaya koronayê kartêkirin li bazarê navxweyî kiriye çûnke bazar nîne."
Welatî Ebdulqadir Bamernî dibêje:
"bi nedîtina çareserîyê bo vî virusî bargiraniya mezin li bajarê Duhok kirîye, ji sermayedaran û rêkxirwên mirovatî dixwaze harîkarîya hejaran biken."
Di 24 demjimêrên borî da 398 kes bi helgirên covid_19 li Duhok hatin tomarkirin û 3 kesan canê xwe ji dest dan û di heman dem da 258 nexweş bi temamî çareser bûn. Bi berdewamîya covid_19 dê rêja hejarîyê li herêmê û parêzgeha Duhok zêde dibe.