Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fazil Nebî Dibêje Îraqê li Pêş Metirsiyeke Abûrî ya Mezin e


Welatiyekî Îraqî pereyên Îraqî dijimêre (Arşîf)
Welatiyekî Îraqî pereyên Îraqî dijimêre (Arşîf)

Bîrêkarê berê yê wezareta darayî ya Îraqê Fazil Nebî dibêje Îraq rastî metirsiyeke darayî ya mezin dibe.

Nebî di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka, nîşan bi wê yekê da ku pirsgirêka mezin a abûriya Îraqê ew nebûna pilaneke stratejî ye û ew bûye bend li pêş birêvebirina baş a welêt.

Di axaftina xwe ya li gel peyamnêrê Dengê Amerîka li Kerkûkê Dilşad Enwer de, Nebî got:

“Min hizir nedikir ku Îraq nikaribe mûçeyan bide, ji ber ku ez di salên 2015 û 2016an de li Bexda bûm , rewş wekî niha bû, me dikaribû mûçeyan bidin. Niha, seyr e ku Îraq dewlemend e bi nift û gazê, çima nikare mûçeyan di dema wan de bide?”

Fazil Nebî pêşbîniya rewşeke abûrî ya xerabtir dike, eger balyozxaneya Amerîkî li wir were girtin.

Li gor Nebî, rewşa abûrî ya xerab jî dê rewşeke siyasî ya xerab durust biek û wê demê metirsya yekgirtina Îraqê derdikeve pêş.

Ji bo guhdarîkirina li dirêjiya raporta Dilşad Enwer fayla deng veke

Raporta Deng/ Dilşad Enwer
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:57 0:00


XS
SM
MD
LG