Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestekî Hilbijartinên Îraqê: Dengdan li Duhokê bi Şêweyekî Serkeftî Dawî Bû


Serokê ofîsa Duhok ya Hilbijartinan, Xalid Ebas, bo Dengê Amerîka got ku prosesa dengdanê li parêzgeha Duhokê bi şêweyekî serkeftî birêve çû.

Ebas da zanîn ku "her wek ya dîyar hilbijartinên civata nûnerên Îraqê bi dawî hatin li ser asta Îraqê. Li Duhok bi şêweyekî giştî ev proses serkeftî bû."

Parêzgeha Duhokê li ser sê bazinan hatibû belavkirin: bazinê yekê (Duhok û Amêdî). Bazinê duyê (Zaxo û Sêmêl). Bazinê sisîyan jî (Akirê, Şêxan û Berdereş).

Li van sê bazinan dê 11 kes bi serkevin ji bo nûnertîya parêzgeha Duhokê li parlemana Îraqê bikin.

Encamên destpêkê ku li parêzgeha Duhokê hatine ragihandin ev in: Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) 8 kursî bidest ve xistiye. Herdu kandîdên Yekgirtûyî Îslamî ku xwe bi kesên serbixwe kandîdkirbûn, li bazinên Duhok û Zaxoyê biser ketin.

Li bazinê 3 Şêxan, Akrê û Berdereş kandîda hevpeymanîya (YNK) biser ket. PDK jî li Duhokê 3 kursî ji dest dan û kandîdê Yekgirtû yê xwe bi serbixwe kandîd kirî, Cemal Koçer, di rêza yekê de li Duhokê hat.

Hêjayî gotinê ye ku ev cara yekê ye li ser asta Îraqê encamîn destpêkî bi şêweyekî online tên belavkirin. Tê texmîn kirin ku ta demjimêr 6ê êvarî bi dema Îraq û Herêma Kurdistanê encamên tevahîya parêzgehên Îraqê bên ragihandin.

Hilbijartin li Duhokê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:23 0:00

XS
SM
MD
LG